Li bakur Kitêbxaneya kurdolojiyê dê bêt ava kirin

Midûrê Enstitûya Zimanên Zindî ya Unîversîteya Artukluyê ya Mêrdînê profesor doktor Qedrî Yildirim got di serî de ziman, dîn, zarava, wêje, folklor, dîrok, erdnîgarî, antropolojî her cure xebat û lêkolînên bi kurdan re eleqedar, di çarçoveya kurdolojiyê de ne û ew dê Kitêbxaneya kurdolojiyê li Mêrdînê ava bikin.

Li gor AA-yê, Qedrî Yildirim got wan ji bo vê yekê hin gavên berbiçav avêtine û got yek ji van gavan ew e ko arşîvên lêkolînê yên li welat û derveyî welat transferî pirtûkxana kurdolojiyê ya ko niha ber bi avabûnê ye, bikin.

Qedrî Yildirim diyar kir ko arşîva kurdolojiyê ya Alexander Jabayê ko demekê li bajarê Saint Petersburgê Rûsyayê balyoziya Erziromê kiribû, standin û tev li dewlemendiya zanîngehê kirin. Yildirim wiha axivî:

— Ji bo vê yekê em du meh berê çûne Rûsyayê. Me li bajara Saint Petersburgê li ser arşîva kurdolojiyê ya Alexander Jaba ko ji destnivîsarên kurdî yên sedsala 18. û 19. pêk tê, protokolek îmze kir. Emê van rojan beramberî 30 hezar dolarî arşîvê ji wan bistînin. Arşîva din jî ya Vladimir Feodoroviç Minorskî ye. Ji ber ko piraniya wan destnivîsarên kurdî yên bi tîpên farisî û erebî ne û li wir kadroyeke ko bikaribe senifandinê bike tune, karê senifandinê pêşniyarî me kirin. Em jî dê demek nêz de biçin Saint Petersburgê û arşîva Minorskiyê tesnîf bikin. Em dê vê arşîvê jî demildest wek arşîva Jaba transferî zanîngeha xwe bikin.

Yildirim dest nîşan kir dê li rêya transferkirina arşîvên kurdolojiyê yên li Berlînê û welatên din jî bigerin û got di serî de Qonya û Stenbol, li bajarên cur bi cur û di pirtûkxanên neteweyî û îxtisasî, di qadên cihêreng de bi sedan destnivîsarên kurdî û wesîqayên kurdolojiyê hene û got:

— Li welêt bi hezaran destnivîsarên kurdî yên ko hêj nayên zanîn, hene. Ji van hinek li Pirtûkxana Neteweyî û îxtisasê ya Stenbolê, hinek ji wana jî li Pirtûkxana Neteweyî û îxtisasê ya Qonyayê ne. Hinekên din jî li pirtûkxanên neteweyî û îxtisasê yên bajarên din in. Xwendevanên me yê lîsansa bilind jî di nêv de hin lêkolînvan bi xebatên xwe yên şexsî hinek ji van destnivîsaran derxistin holê. Lê belê ev yek dilopek ji vê deryayê jî nîne. Ji ber vê yekê me wek sazî bi pirtûkxanan re têkilî danî. Emê di demek kurt de ji bo pirtûkxaneya xwe ya kurdolojiyê transfera van berheman bikin.

Yildirim got ji bo pirtûkxaneya ko ava dikin dewlemend bibe bi wezaretên perwerde û çandê yên welatên xwediyê pirtûkên kurdolojiyê, nivîskar û lêkolerên ko pirtûkxaneyên wan yên şexsî hene re, têkilî danîn û destnîşan kir ko digel standinê li benda bexşên wan kesan in ko di destê wan de belge û wesîqayên arşîvan hene. Wezîrê çandê yê berê yê Kurdistanê Felakedîn Kakayî hezar û 200 heb pirtûkên kurdolojiyê bi ajokarê xwe ji zanîngehê re şand. Wezîrê perwerdeyê yê Kurdistanê Îsmet Xalid pirtûkên ko ji dibistanên sertayî heya zanîngehan didin xwendin, şand. Ji niha pê de jî ji bo ko em bikarin pirtûkxanê dewlemend bikin, çi ji destê me bê emê bikin.

Yildirim got bi pêvajoya çareseriyê re hin geşedan çêbûn. Di serê van geşedanan de zanîngehên taybet yên ko dê perwerdeya xwe bi kurdî bikin, hene. Yildirim got di nav van geşedanan de hewcedarî bi pirtûkxaneyeke dewlemend heye. Pirtûkxaneyeke navendî û fermî ya ko ji bo her cure xebatên kurdolojiyê bihebîne hêj tunene û got:

— Emê karekî nekirî bikin. Emê hewl bidin, bixebitin ko pirtûkxana me bibe pirtûkxaneyeke sereke. Armanca me ew e ko em pirtûkxanê bigihînin dawiya vê salê.

rojbas varto Posté par rojbas varto le juil 22 2013. inséré dans Kurdî, Rojev, Roportaj. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto