Şehid Necmettin Ateş (Delîl)

AXAFTİNA BÎRANÎNÊ

Bi navê Xweda’yê dilovan û mîhrîban.

Beşdarên hêja, mêvanên qedirbilind, xuşk û birayên ezîz,

hûn tev bi xêr hatine, silav û hurmet ji we hemuyan re.

Bi tevlêbûna we hemûyan ez îro gelek serbilind im.

Sedemê vê civîna me ya îro ; bîranîna şehîdên Kurdistan’ê ye, lewre ji ber vê beşdarbûna we ez we hemûyan re pirr

spas dikim.

Her çend kombûna me ya îro ji bo bîranîna Cangoriyê me DELÎL’be jî, lê di şexsê wî de em hemû şehîdên xwe bibîr tînin, ew hemû leheng û pêşengên gelê Kurdistan’ê ne. Em carekê din hemû Cangoriyên welatê xwe û şehîdên azadiyê bi dil û can bibîr tînin, ew ji bo azadiya welatê xwe û ji bo azadiya welatê me Kurdistan’ê şehîd ketine.

Mêvanên ezîz û qedirbilin,

Ez dixwazim bi kurtî be jî hinekê behsa jiyana DELÎL bikim. Herçend gelek ji we mêvanan DELÎL dinasin jî lê ji bo guhdarvan û mêvanên xerîb ez dixwazim hinekê jiyana wî bînim ziman.

DELÎL di sala 1974’an de, li gundê Kêrs’ê, girêdayî navçeya Varto’yê, bajarê Muş’ê jidayîk bûye. Wî li gundê xwe dest bi dibistana yekem kir û heta pola pêncan li wê derê xwend. Perwerdeya xwe ya navîn li navçeya Varto’yê qedand. DELÎL di sala 1990’dî de li Varto’yê zewicî û ji vê zewacê zarokek lawîn yê bi navê Cîhan di sala 1993’an de hatîye  dinya’yê.

DELÎL di sala 1990’dî de bi hêzên gerîlla re, li çiyayên Bîngol’ê kete nava têkîliyan. Li gorî derfetên xwe wî ji wan re alîkarî kir. Di sala 1992’an de, bi alîkariya min ew hate Ewropa’yê û li Almanya, li Wuhilfirath bajarê Duseldorf’ê xwe bi cih kir. Jiyana wî li wê derê berdewam kir.

Li Wuhilfirath’ê qasê salekê dibistana Almanî xwend. Di bajarê xwe de têkîlî bi xebatkarên rêxistinê re çê kir û alîkariya xebatê siyasî kir.

Bi awayekê profesiyonel ew di sala 1994’an de tevlî partiyê bû. 8 heyva wî li Swîsre xebata siyasî meşand. Piştî Swîsre, di sala 1995’an de wî xebata xwe li Almanya, Berlîn’ê berdewam kir. Ji ber sedemên siyasî ew 3 heyva li Berlîn’ê hate girtin. Dawiya 1995’an de wî xwest biçe Swed’ê, lê belê ew carekê din li ber derê balefirgehê hate girtin û 3 heyvan dîsa di zindanê de ma. Piştî ku ew ji zîndanê derket bû berpirsyarê Civaka Cîwanên Tevahiya Ewropa’yê. Heta sala 1997’an heyva Sibat’ê wî li Ewropa’yê van xebatên xwe domand.

Di meha Sibata heman salê de, bi armanca ku tevlî Kongreya ARGK’ê bibe, ew çû Rojhilata Navîn. Li Akademiya Navenda Partiyê 6 heyvan perwerde dît. Piştî vê perwerdeyê, di heyva Tebax’ê de, ew çû serê çiyayên Kurdistan’ê. Demekê kurt li biryargeha navendî ya gêrîlla ma, ji wê derbasî Bakurê Kurdistan’ê bû û çû herema Serhed’ê. Di heyva Adara 1999’an de, ji ber sedemên şertên zehmet yên zivistanê, li çiyayê Bîngol’ê, li hêla zozanên gundê Leyleg’ê şehîd ket.

Mêvanên hêja,

Ancex di heyva Gulan’ê de, bi rabûna berfê, cenazê wî û yê sê rêhevalên wî ji aliyê şivanan va hetin dîtin. Şehîdê me yê ezîz û qedirbilind DELÎL jî, wekî gelek rêhevalên xwe, tevlî karwanên gerîlla bû.

DELÎL, digel temenê xwe yê cîwan, pirr zû zext û zordestiya ku duşmin li ser gelê me dimeşand fêm kir. Di wî temenê xwe yê cîwan de, wekî rêhevalên xwe, ew li çareseriya pirsgirêka gelê xwe geriya. Bi vî awayî wî, ji bo çareseriya herî rast biryar da ku tevlî xebatên siyasî bibe. Pişt re jî ew derket serê çiya. Ji bo azadiya welatê wî û ji bo azadiya gelê wî, şoreşgerî xebata yekemîn û ya herî qedirbilind bû.

DELÎL ji bo azadiya gelê xwe biryarekê bi taybet girt û barekê giran hilgirt ser milên xwe. Herçend ew zewucandî û xwedî zarok bû jî, ji bo jiyanekê azad û bi rûmet ji gelê xwe re bidest bixe wî malbata xwe û jiyana xwe xist rêza duyem. Ji malbata xwe bêhtir wî azadiya welatê xwe ji xwe re kir hedef û armanca yekem.

Ji bo Cangoriyê me DELÎl, xebata herî giranbiha û herî qedirbilind ya ji bo welatê wî bû, wî jî weke gelek keç û xortên Kurd ev rê bijart û pêk anî û di vê rê de wî jiyana xwe feda kir. Lê belê pirr heyf û mixabin, xwestina azadiya welatê wî bû dawiya jiyana wî. Herçend ew îro bi bedena xwe li jiyanê nebe jî, bi xebat, armanc û bi şahadeta xwe ew herdem ji bo me dijî.

DELÎl li pey xwe zarokek bêbav hîştibe jî, ji malbata wî re xebata wî, şoreşa wî û di dawî de şahadeta wî serbilindî, serfirazî û rûmet e.

Li gorî baweriya me, di cîhanê de şehîdî mirinekê herî bi qîmet û herî bi rûmet e. Ji bo bawermendan jî, di axîretê de xelat û mukafeta herî bilind ya ji bo şehîdan e. Weke Mz Muhammed (sas) dibêje, mirovekê ji bo gelê xwe, ji bo mafê xwe yê mirovahî, ji bo malbata xwe, ji bo malê xwe, ji bo mafên xwe biparêze û ji bo rastî biser bikeve jiyana xwe jidest bide, ew kes dibe şehîd. Rastiyekê ji aliyê jiyanê ev e ku her mirov wê rojekê bimire, lê mirina liser maf û dadgehî, mirina herî bi qedir û bi qîmet e. Kesayetekî Kurd ku gelek navdar e, jiyana wî di nava şoreşê de derbasbûbe ji Xweda ewha daxwazî kiriye; « Xweda ! ez bawer dikim ku mirin heqe, lê daxwaza min ji te ew e ku tu rihê min di nava cih û nivînên minde nestînî, bila mirina min di qada şoreş û têkoşînê de be, ez mirina nava nivînan naxwazim »

Eger mirov li dîroka Kurdistan’ê binêre, hemû rûpelên wê tenê bi serhildan, bi tekoşîn û bi şer û cengê ve hatiye nivîsandin. Her rojek borî bê şer û bê berxwedan nîn e, di her buhustekê axa Kurdistan’ê de xwina şehîdan heye, li her bajarekê, li her deverekê Kurdistan’ê serhildanekê û berxwedanekê heye.

Di têkoşîna azadiya Kurdistan’ê de pirr rêhevalên leheng jiyana xwe fedayê xeta azadiyê kirine. Îro li ser keda wan li Kurdistan’ê gelek nirx hatine afirandin.

Bêguman têkoşîna wan a mafdar ji bo avakirina jiyanekê birûmet bû. Derketina şervanên cengawer jî, di wateyekê de hem berdewamiya vê rêya pîroz e, hem jî tolhildana wan e. Gelê Kurd pirî caran ji aliyê zordar û zulumkaran ve, rastî zordestî, înkarî, zulim, zext û şidetê hatiye. Bi awayên cûr be cûr Kurdan hewl dane ku xwe biparêzin. Ji xwe yek ji taybetmendiya sereke ya Kurdan jî berxwedan û cengawerî ye. Lewma jî di şerê ku Kurd tevlî bûne, kêm caran binkeftin çê bûye.

Pirr caran dewletên serdest, ji bo bikaribin di şer de biser bikevin, an jî sînorên hakimiyeta xwe biparêzin, ev xusûsiyeta Kurdan dane ber çav û ew bikar anîne.

Lê belê ji bo ku Kurd nebin xwedî hêzeke mezin dagirkeran herdem komplo û leystokan pêkanîne. Di serî de pêşiya yekîtî û hevgirtina Kurdan girtine. Di nava wan de cur be cur nîfaq û nakokiyan çandine. Wan berê hev dane. Di encama van komplo û leystokan de pirr caran Kurd bixwe li hev ketine. Lidijî hev şer kirine û ji vê rewşê jî herdem hêzên serdest sûd wergirtine.

Mêvanên hêja,

Hêzên dagirker çi bikin jî êdî nikarin serbikevin. Tevgera azadiyê yek bi yek ji xeyal û xwestekên şehîdên xwe re dibe bersiv, li hemberî hemû komplo û leystokan têkoşîna xwe berbi serkeftinê ve dibe. Ji destpêka dîroka gelê Kurd heya roja îroyîn, axa Kurdistan’ê bi xwina şehîdan hatiye avdan. Taybetmendiya doza gelê Kurd di serhildan û berxwedanan de ye, rijandina xwîna şehîdên pêşeng de ye.

Weke hûn jî dizanin, li pey şehîdan û li pey pêşengan bîranîn, nivîsandin û axaftin barekê giran dixe ser milê mirov. Bi taybetî jî dema ku mirov şehîdan binase û taybetmendiyên wan bizane ev bar bêhtir giran dibe. Bûyîna şehîdê tekoşîna azadiyê tê wateya şahîdî ji hebûn û jiyana azad ya gelê Kurd re. Kurd di şexsê şehîdên xwe de jiyanekê azad û pêşeroja xwe dibînin. Her şehîdekî pêkhatina jiyanêkî azad bibîr tîne. Roj û mehên şehîdan jî li ser vê esasê dest digre û şehîdên leheng tên bibîr anîn. Şehid weke parçeyên ji canê men in û ew ti caran ji me venaqetin.

Xwedîderketina rast li bîranîna şehîdan tê wateya jiyana herî rast û bi rûmet. Şehîd fermandarên rastiyên in, ew rêça şoreşa men in.

Tevahiya endamên rêxistina me neçarin ku bîranîna şehîdên tekoşînê, tevger û gotinên wan weke ferman bibînin. Xwedî derketina şehîd û şoreşgerên ku di rêya azadiya welat de jiyana xwe jidest dane erkekî pîroz e û li ser milê me hemûyan e.

Xwedîderketina herî baş ya şehîdan bidestxistina mafê azadiya gelê me ye. Xwedîderketina herî baş ya şehîdan bidestxistina sitatû û mafên gelê me ye.

Xwedîderketina herî baş ya şehîdan parastina nirxên neteweyî yên li her parçeyên Kurdistan’ê ye.

Xwedîderketina herî baş ya şehîdan parastina yekîtiya hêzên Kurd û Kurdistan’ê ye.

Xwedîderketina herî baş ya şehîdan tehemul û toleransa nav Kurdan û hêzên wan bixwe ye. Eger di nava Kurdan de yekîtî û hevgirtin çê be ew ên bibin xelat û diyariya herî pîroz ji bo hemû giyana şehîdên Kurdistan’ê

Hevalên hêja, beşdarên ezîz,

Hinek nirxên civakî hene ku ji bo gelan girîng in, wate û naveroka wan ji bo me hemûyan weke hevin. Nirxên wiha urf û adetên olî û neteweyî bendên qehîm in, cur be cur civatan bi hevdu re girê didin. Al, sirûd û cejnên olî û neteweyî nirxên wusan in. Nirxên wiha ji bo neteweyên bindest yên weke me hê girîngtirin. Ligel nirxên wiha hinek rojên şadî û xembarî jî mirovan nêzikê hev dikin. Festîvalên çandî, dawet û serxweşiya rojên wusan in. Gelek kes di rojên wiha de têne ba hev, pêwendiya wan bihêz dibe û hestên neteweyî di rojên wiha de qehîmtir dibin.

Bi baweriya min Kurd îro ji her demê pirtir hewcedarê vê qehimbûnê ne. Em hemû dizanin ku rojekê derbasnabe ku tekoşerên Kurd, rêber û serokên me şehîd nebûn in.

Em carekê din şehîdên xwe bibîr tinîn û j iwan re rêz digrin. Ew şehîdên azadiyê ne, çi li Efrîn, çi li Amed, çi li Helbçe û çi li Mahabad. Ew şehîdên gelê xwe ne, çi li Rojava, çi li Başûr, çi li Bakûr û çi li Rojhilat.

Xwusk û birayên delal, beşdar û mêvanên hêja !

Ji bo kû dema we zêde nestînim, ez dixwazim axaftina xwe kurt bibirim.

Bi vê wesîleyê ez carekê din komkujî û qetlîamên lidijî gelê Kurd de pêk hatî şermezar dikim.

Ez carekê din komkujiya Qamişlo, Dersim, Zîlan, Helebçe, Amed û Mahabad’ê pekhatî şermezar dikim.

Ez carekê din siyasetên înkarkirina gelê Kurdistan’ê, ya ziman, çand û dîroka wî şermezar dikim.

Ji destpêka dîroka Kurdistan’ê heya roja îro, hemû şehîdên azadiyê û pêşengên welatê xwe carekê din bibîr tînim û bejna xwe lihemberî wan ditewînim. Ji hemû cangoriyê welatê xwe re dibêm bila rihê we şad be, navên we nemir be, şahadeta we ronahiya me ye û rehmeta Xwedayê dilovan û mîhrîban li we be.

Silav ji şehîdên azadiyê re, ji cengawerên berxwedanê re,

Silav ji hemû şervanên gelê Kurd, ji girtiyên hêps û zîndanande,

Silav ji kesên dîlketî û hemû penaberên welatê xwe dûrketîre,

Silav ji hemû serhildan û berxedanên derbasbûyî, giranbiha û bi qedr û qîmet re. Silav ji serokê Partiya Karkerên Kurdistan birêz Abdûllah ÖCALAN’re,

Silav ji hemû serok, rêber û kedkarên gelê Kurd re.

Spasiya xwe dikim ji wan hevalên gelek hêja ku îro alîkariya me kirine ku ev xebata watedar pêk were.

Silav û spasî ji we hemû mêvan û beşdaran re,

Bi hatina we ez carekê din serfiraz û bextewar im.

Hûn bimînin di xêr û xweşiyê de.

Behçet Ateş

11.05.2014

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le mai 12 2014. inséré dans Behcet ATES, Rojev, Varto/Muş, Şehîdên me. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

1 Commentaire pour “Şehid Necmettin Ateş (Delîl)”

  1. land@beneficial.triservice » rel= »nofollow »>.…

    спс за инфу….

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto