Gelê Kurd û Gundê Kurda

Dewleta Tirka ji avakirina Komala Tirkîyê virda bû 92 salê dibin navê terorîzmê û ji bo paraztina
rejîma Kemalîzmê, tim bi tevahî hêzû qûwetê xwe va li Kurd’a bi zulmekî pir xeter û talanî komkujî
kirîye,Zilma dewleta Tirka hîn ji zilma Nemrûd û Firawn dijwar tir li Gelê Kurd hatîye kirin û tim
hêrişê pir dijwarî li ser Kurd’a bikar hanîye. Bi hêza artêşa xwe va, bi balefirê xwe va, bi teyarey şer
va, bi hemû qûwetê xweyî taybetî va li Gelê Kurd û Gundê Kurda,li Mezray Kurda,li Bajarû
Navçeyê Kurda û li çîya yê kurda û li şaristanîya ser erd û bin erdê Kurda bombe baran kirîye.
Di bin navê pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd’a da,dujminê xwûnxwar wekî vîrûs ket nava
xwûyna kurda hemû şikeft û sazîyê kurd’a kefş kirr û rûyê xwey xwûynxwar nîşan da û hemû
derfetê xwe bi kar hanî. Ger dujminê ku bi balefira teyareyên şer,panzer, tangû topa, bi kar bîne û
bi van hemû derfetê xwe hêrişê heremekî bike,yek navekî vî hêrişê heye ewjî şerê li dijê Gelê
xweser û welatekîye.
Lewra bi min cara yekemîne dewleta tirka şerê bi Kurda ra wekî şerê du Gela anjî du dewleta bi
awayeke eşkere îlana şer kirîye. Bi artêşa xwe û bi çekê modern balefirû tanga va hêrişê Gelê
Kurd dike. Bi tevahî sîyasetmedara va, bi dîplomatên xwe va, bi Hemû erkê dewleta xwe va, bi
dîndar û demokrata va,bi çepû nijadperesta va bi her rengû sazîyê xwe va rahîştine Ala xwe û
ketine kolana hêrişê Kurda dikin.
Bi min va elametê xêrê nîne,çawa bi pijgirîya qûwetên tarî û ewrûpa va komala TC ava kirin û bi
coşeke mezin di rojhelata navînda xwe parastin heta îro hatine.
Lê wer di xûyê Xweda hezke ew tirsa ku ketîye dilê Erdoğan dibe sedema hilşandina di serîda
rejîma tirka û hemîdemê da dewleta Tirka. Bi min Erdoğan ger banga ku li tevahî hêzû qûwetê
yekîtîya ewrûpa dike û dibêje ger tirkîyê perçe bibe ka ewê çi pikeve destê we ne vala ye. Va
banga du watey wî heye, wateya yekemîn ewe ku Tirk ketine nava tengasîyek mezin û ne bîle
sebaye. Banga dûyemîn wetaya wî ewe banga li hemî Gelê ku xwe Tirk di ecibînin û dibê je hûn
azadin ku hêriş bibin ser çiqas xanî û dikan,otobûsê di nava bajaradan kar dikin û kesê kurda hene
bi pijgirîya polêsan va nijad perest hêrişê Kurd’a bikin. Lewra bi dijwartî hêrişê goristan û mizgefta
û her waha li kesên metropola bi cîh bûne hêrişê wan dikin.
Ger dewleta ku bişev bi xeta hewara bi balefirê şer û helîkoptera bi kar bîne û taybetî li sazîyê ku
kurda ji bo rêvebertîya heremê ava kiriyine di bin hêrişa da maye û gelkî bi wateye.
Lazine Gelê Kurd û taybetî di serîda PKK û her waha hemî hêzên kurda,sîyasetmedar û karmend
Hunermend û şexsîyet hemû kes hişê xwe ji bo netewa xwe ji bo Gelê Kurd ji bo maf û
berjewendîyê Welatê xwe bi kar bînin. Taybetî Gelê Kurd li Dengê xwe xweyî derkevin û dengê
xwe ji bo berjewendîyê xwe bi kar bînin.
Taybetî baga min ji bo Dîndara mûhafazakara demokrata elawîya û hemî kesû şexsîyet û ferdê
kurda ger bi wera bi Qasê misqalê bawerîya ku Xweda we wekî Gelê xweser afirandîye heye,
lazime ku hun ji bo mafê Nefewa xwe û hemû berjewendîyê xwe di bin Ala Netewa xwe da bikar
bînin û hebûna xwe wekî Gelê xweser qebûl bikin. Bi min sosreta herî aşîk.ar û zelal li gel xwe
Tirka mînak bigrin. Ger em xwe wekî Gelê xweser nevînin û berjewendîyê xwe di bin Al û komala
tirka da bibînin. Em tu wextê ne dibin milet û nejî ji bela terorîzmê xelas dibin.
Lewra Tirk bi hemû derfetê xwe ji bo komkujîya Kurd’a bi kar tîne û dewletên navnetrwî nikarin
astengî ji tirka re derînin û hêrêşê wan di bin navê terirîzmê da xwe parastina meşrû divînin. Lê
lazime em wekî Gel pir baş bifikirin ku bila bala me bikşe ser goristanê zarokên me. Dewleta tirka
tehemûla wî ji hebûna Netewa me ji goristanê zarokên me bi mizgeftû cîyê îbadetên me û
bawerîya kî bi kîjan îbadetê heye ji bo dewleta tirka ferq nîne. Aha ji wera mînaka goristanê şehîdê
zarokên me û ew xanîyê ji bo mescîd û cemxaneya tev bi balefira bi bombeyên kîmyasal bi axêra
tevî hilşandin.
Behçet Ateş

20.09.2015

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le sept 20 2015. inséré dans Behcet ATES, Nivîs û Analîz, Rojev, Varto/Muş. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto