Gava mirov li albumên gerîlayan dinêre

Bi hatina serdema nûjen re, êdî albumên wêneyan jî di nava refên pirtûkan ên bi toz de man. Lê dîsa jî, album ji bo gerîlayên kurd tiştekî pir cuda ye.

Bi hatina serdema nûjen re, êdî albumên wêneyan jî di navarefên pirtûkan ên bi toz de man. Lê dîsa jî, album ji bo gerîlayên kurd tiştekî pir cuda ye. Teqez, her gerîlayek albumek wan heye. Ji ber ku hemû hevalbendî, bîranînên xweş, hevalên nayên ji bîrkirin û kêliyên ne diyar ên veqetînê di wan albuman de veşartî ne.
Gerîla mîna bînahiya çavên xwe li albumên xwe dinêrin. Dema çanteyê xwe amade dike, ji ber jî her tiştî cihê albumê dikin, ew jî bi qasî rojaneyê taybet e. Erê, dibêjin, tişta ku destpêkê ji agir rizgar bike, ji bo gerîlayan jî ev album û rojane wiha ne…
Gerîla albumên xwe di hundirê çanteyên xwe yên li ser pişta xwe de digerînin, li çiyayên Kurdistanê carna gramek giranî bedela bi tona ne. Gerîla bi hilgirtina albumên xwe re hêvî, hevalbendiyên nayên ji bîrkirin û bîranênên xwe bi xwe re digerînin. Lê carna jî ji bo di pevçûnan de nekeve dest albuma xwe dişewitînin.
Carna jî bi albuma xwe ve tên binaxkirin; carna jî bi pateyekî tên pêçandin û piştre jî bi naylonekê û piştre jî dixin bin erdê. Bi salan li wir, di bin axê de dimîne. Heta ku piştî bi salan ew ji nû ve were derxistin.
Gelo di albuma gerîlayan de çi tune ye? Rûyên ji şer û pevçûnan vegeriyane, çavên bi şevan bê xew mane, dest ji bo govendê li ba mane, hestêrkên heskirinê, dilxweşî, xemgînî û veqetînên bê dem û wext… ji ber vê jî albûmên gerîlayan her tim bi xem û şadiyê dagirtî ne. Yek ji kêliyên taybet yên gerîlayan ew e ku bên li cem hev û albumên xwe nîşanî hev bidin. Temaşekirina albuman tê wateya vegotin û zindîkirina bîranînan… Me jî şahidî ji kêliyek wiha re kir. Komek gerîlayên jin bi coş û heyecanekê li albumeke dinêrin…
ANF

Vegeradan : rojevakurdistan.com

Posté par Adil Kurdî le fév 2 2011. inséré dans Album Foto, Kurdî, Rojev, kurdistan. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto