ROJ ÊN GİRÎNG

Van rojên bi berf û têpîyê de, dîsa gurên jiyana xwe li ser zagonên bêbextiyê di domînin derketine holê. Ger xweyî ardnîgarîya tevahî Kurdistan’ê di rojhelat a navîn dîsa wekî sedsal berê, bê tevdîr bin, ewê careke din nêçarê gurexwaran bimînin.

Çend rojan berê komek ji hêza Pêşmergê a Artêşa herema başûrê Kurdistan ê, çûn serlêdana Gerîla a Artêşa herem a bakûrê Kurdistan ê. Rêveberên Fermandarên Artêşên herdû hereman hatina gel hev, divî dema pir qirêtîk de pir girînge û wate ya wî pir bi rûmete.

Daxûyanî ya ku hêza KCK bi çapenîyê re parve kiriye, gelek muhîme. Daxûyanî yek gelek girînge û ji bo xebata li ser berhevkirin a, yekitiya Netewî di vî dema şerê maîn û neman de pir bi wateye.

Rastî li ser van esasê aştîxwaziya navxweyî, her weşan û daxûyanî pir bi bandor be. Hêvîdarim ku ger kesayetî anjî rêxistin, civak, hêz û rêveberên berpirsiyar ji van deman de, ji xebatên dujmin û dagirkerdan sûd a aştîxwaziya navxwe wer bigre.

Rêya rûmeta gelê kurd di rojhelat a nîvîn de ewê pir bi bondor be. Lewra aktorên di nava şerekî bê êman û li dijê hemû çeteyên dijwar de berxwedan a hebûn û tunebûnê didin taybetî Artêşa kurd’an ne.

Dewlet a tirk ji bo ku, çawa wekî pirgel ên di rojhelat a navîn de hinda bûne. Ketiye tengasiyek bê eman, ji ber sedema wekî gelê Gurcî, Laz, çerkez, Abhaz û pir gelên din ji rastiya eslên xwe qetiyane û îro dibin navê tirkîtiyê de li gel hev konbûne û şerê berxwedan a hilneşandina tirkiyê didin.

Dewleta tirkiyê îra dîsa wekî dema hilşandin û têkçûyîna împaratora osmaniyan de çawa berxwedan dan û komara tirkiyê damezirandin, di heman çerçovê de ji bo xwe bi aktorên cîhanê bidin qebûl kirin hêrişê her deverê dikin. Taybetî jî peyman a ji bo sînorên (Mîsaqên mîlî)di dema şerê cîhan a yekemîde hatiye bikar hanîn de, polîtîka xwe li ser wan esasa bikar tînin.

Gelê kurd bi sedsalane ji axa welatê xwe neqetiya ye, pir bedelên giran buha daye, pir talanî kuştin penaberî û koçberî di diroka xwe de jiyaye, bes tu wextê terka çiya û warên xwe nekirine. Lewra di jiyana xwe de piştê ewsaq komkujîyan jiya ye, bes hebûna wî ya îro wekî dirîyên bi jehr di çavên dewleta Rûsan, Tirkiyê, îran re tere.

Rastî bijava aşîtîya nevxweyî ji bo Netewa gelê kurd îro pir bi wateye û pir girînge. Lazime her kesayetî, rêxistin, hunermend, sazî û rêveberên partîyan hewl bidin sîyaseteke aştîxwaz a navxweyî berhev bikin û di bikarhanînê de, di jiyan a xwe de bi cîh bikin û dilê xwe bi evîna netewa welatê xwe bi hebûn bikin.

09 / 01 / 2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le jan 8 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Nivîskarê Mêvan, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto