AQİL. MÊJÎ. VÎN. SEBİR. RÊZİK. JÎYAN. RİH.

Aqil,

Karê aqil, ji bo jiyanê kefş û tespîtên rast û xeletiyan ji hev biqetîne.

Mirov dema bi mêjiyên xwe difikire, aqil dikeve berga kefşa dîtina tespîtên xeletî û rastiyan. Ger di jiyanê de rastî û xeletî cihê wan ji hev belî nebe, ji bo mirovahî jiyan jî bê wate dibe. Ji ber wî mirov dema li jiyanê ye, ji bo xwe bijîn û tevahî ked û karên wî di çerçoveyên rast û qencîyan de bijîn bi tevger dibe, mirovên bi aqil bijîn dawî îla bi serkeftin digîhîja armanca doza keda xwe. Lewra meriv di tevahî jiyana xwe de mesûlê ked û karên dibe mînak ji bo civata xwe ne.

Mêjî.

Mêjî karê wî fikirandine, mêjî dema bi argumanên rast bête fikirandinê, ji bo jiyana merivan jiyîn pir rihet dibe.  » Xweda di Qur’anê sûrey îsra ayeta 15″ de ewha ferman daye,kî rêya rast kefş kiribe ji bo xwe rêya selametiyê kefş kiriye, kîjî rêya xerav tespît kiribe, wî ji bo xwe rêya xeravî û nexweşiyê kefş kiriye, bê guman tu kes cezay kesî nakişîne, her kes cezayê rêya hilbijartiye dikşîne, ( heta resûlekî ji bo we ney em we nadin ezab).Lewra mêjî karê wî fikirandine, mirovahî hebûnên sosyalin, hebûnên sosyaljî, ji bo ku bikaribin bi awayek sosyal û komjiyanê bijîn, lazime bi mêjiyên xwe bikeve tevgera fikirandinê û bikeve xeta bi kî re û bi kîjan argumenta li ser kîjan rê û rêzikan li bal hev bijîn,  jiyana merivan li gora jiyan’a sosyal aborî çandî û her waha bi awayen komjîyînê ne, meriv ji bo ku bikaribê bê pirsgirêk bijîn pir hewcedarî heye rêbazên rêzikan bikar bînin, li ser esasên rêzikan dikarin li gel hev û bihevre bijîn, ji bo mirovan jiyana bi aqil dibe ronahî ya rêya jiyanê û tim bi aramî rihet dijîn.

Vîn.

Di jiyana zindiyan de tu zindiyek bê vîn najîn.

Taypetî mirovahî tevahî jiyanê bi vîn’a xwe dijîn. Vîn ji bo mirovan xeta sore, her mirov bi vîn’a xwe biryaran digre. Mînak » sedem çi dibe feq nîne, mirov dema dixwaze here derekî,anjî karekî bike, serîlêdana hevalekî û malbatekî anjî xizmên xwe bibîne. Ji bo pratîkê de daxweziyên xwe bikar bîne, berê difikire, di nava fikirandina xwe de kefşa tespîtên rastiya fikra xwe dike û dûra dikeve xeta biryar girtinê, wî demê vîn’a xwe bikar tîne, lewra tu kes nikare bê vîn bijîn û tu kareke bike, anjî daxweziyên xwe bi cîh bîne. Lewra mirovahî jiyana wî bi ezmûne û ezmûna wîjî bi vîn’a wî watedar dibe, feyde û zerarên jiyanê bi biryarên vîn’a xwe dibîne.

Sebir.

Di jiyanê de Aqil, mêjî û vîn, hersû bi xeta sebrê bikar tête hanîn.

Mirov dema bi sebir û bi mêjiyên pak aqilê xwe ji bo xizmetên pak û jiyaneke aramî dide xebatê, tespîta feydeya sebrê dike. Wî demê meriv bi fikrên xwe, bi kefşa aqilê xwe û bi tevgera biryarên vîn’a xwe jiyaneke aramî dijîn. Lewra sebra bi qontrol, mirovan ji gelek pirsgirêkan dûr dixîne û ji bo jiyaneke aramî tim biryarên bi vîn’a xwe bi azad bikar tîne. Di her beşên jiyanê de, sebir xeta selametê ye û mirovên bi sebir tim di karên xwe de serkeftîne.

Rêzik.

Di jiyanê de mirov gereke bi rêbazên rêzikan bijîn. Dema rêzikên merivan tunebe, mirov dibe kesayatiyek beredey anjî civatek bê war û bê dewlet, di nava jiyana mirovahî de ne dewlet û nejî tu kesayetî merivan nagrin berçav. Merivjî wî demê ji jiyana xwe tu weteyek têde navîne, lewra meriv û civaka merivan dibine bê rûmet. Ji ber wî di jiyanê de mirov gere îla bi rêbazên rêzik bijîn. Rêzik ji bo her kesî xeta sore, ji bo hev û bi hevre wekî komên sosyal jiyaneke hembaşî bijîn pir şerte û şeklê jiyana xwe bi rêbazên rêzikan bikar bînin û hebûna civatan û kesayetiyan bi rêbazên rêzikan bi rûmete.

Jiyan.

Jiyan ji bo her hebûnên zindî ezmûne, bes her hebûn dema li jiyanê ye, jiyana wî bi wehdeyên jiyaneke hijmariye, lê ew hijmara jiyanê anjî wehdeyên jiyanê tenê « Xweda » pê dizane. Rihê merivan û zindiyan tim zindî dijîn, lewra bedena merivan tevahî şaneyên jiyanê li gora şert û mercên jiyan’a wî berxwe dide û dema wehdeyên jiyanê qediya ji bo dawî û wan hebûnên zindî dawî li jiyana wan were îla sebebekî çêdibe û jîyana wî kesê anjî zindiyê bi dawî dibe.  » Xweda » ji bo roja mehşerê di « Qur’anê surey îsra ayeta » 13de ewha ferman kiriye, Roja mehşerê her mirov lenûsa (defter) kirdarê jiyana wî, wekî pirrûk dikeve stûyê wî û tere bal « Xweda », ew roj her kes wekî hevin, tu kesek nikare zîqzaq lêxe,  » Xweda » wî rojê me di nava refên emel paqijan de bigerîne.

Rih.

Rih enerjiya ku hebûn pê dibin zindî ye. Li gora qanûna « Ol’a (dîn) ku bi girêdey  » Qur’an ê, » ye, » Xweda » ji bo rih di « sûrey îsra ayeta 85″ de ewha ferman kiriye, dema ji we pirsa rih kirin, bersiv a rih tenê « Xweda » zane ku rih çiye, tiştên ku ez bi rih dizanim hûn nizanin.

Lewra dema rih bimire, tevahî jiyan dimire tevahî alemên zindî hene xelas û xerav dibin, tu tiştekî zindî li jiyanê namîne, hemû jiyan xelas dibe, lewra dema mirov jiyana xwe ji dest dide û tere ber dilovaniya xwe, bedena merivan dimire, bes rih vedigere bal « Xweda » tim zindî dimîne, ji destpêka jiyana vî gerdûniye heta anuha bi mîlyaran kes û zindî jiyana xwe ji dest dane, lê jiyan hînajî zindiye. Lewra meriv dema tere ber dilovaniya xwe, bedena merivan dimire, lê rih bal « Xweda » zindî dimîne.

Behçet Ateş

12-03-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le mar 21 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto