ÇİMA KURD SİYASETEKÎ ÇEWT DİMEŞÎNİN

Ji hilşandin’a împaratoriya osmanî û sazkirin a dewleta Komara Tirkiyê virda, bi gora dîtin û kefşên min tevahî hêzên kurd’an siyaseteke çewt heta anuha dane meşandin. Lewra kurd bi zanatî xistine binê tesîra birdozan û bi siyasetmedaran û hêzên kurd’an di binê tesîra birdozan de berê doza wan ji rihê netewî dûr xistine.

Sedemên siyaseta çewt yekemîn eve ku dewletên ku heremên Kurdistan’ê rêde dibin, xwasteka wan a herî muhîm şeklê çanda bi girêdey sîstema xwe bi kurdan bidin qebûl kirinê bûye. Ji berwîye kurdan berê wan ji rihê netewî dûr xistine û tim armanca yekemîn destxistina rêveberiya bi birdozî bûye. Ger armancên hemû hêzên kurdan şiyara yekemîn destxistina mafên netewî ba, ewê ji zûda kurdan yekîtiya netewa xwe çêbikirana û welatê xwe rizgar bikirana.

Lazime kurd berê her pengavan kefşa siyaseta xwe bikin. Welatê kurd’an bi destê zorê dagirkerd bûye û anjî wekî pirojeyên pêşerojê bi zanatî perçe kirine, gereke berê her pêngavan va pirsa hanê zelalî be û di cîhê wîde rast were tespît û sererast kirinê.

Bila bala her kurdên bikşîne ser vî mijarê ku dema welatê kurdan perçe kirin bi şer û êrişên dewletan nebûye, dawiya hilşandin a rejîma împaratoriya osmanî bû wekî piroje berê şerê cîhanê a yekemîn bi dawî bibe, dewletên ewrûpa taybetî fransizan û îngilîzan wekî şirîgên hevparen hev, bihevre projeya perçe Kirina Kurdistan’ê amade kirine û Dewleta Tirkiyê û sûriyê, Îraq û îran ji bo rêveberiya kurdan li ser axa welatê kurdan bi cîh kirine.

Dewletên ku anuha herçar heremên Kurdistan’ê dagirkerdî tête xûya kirin, wekî payêrvan rêveberiya her heremê dane destê xwe û dixwazin di bin navên xwe de wekî biray Dînî (OL) rêde dibin.Tirk ji ber bê ax û dewletî yê de, pir gelan di binê çatiya tirkiyê de, bi nasnama tirkiyê di xwazin rêveberiya xwe bi gelê kurd’an bidin qebûl kirin û hemandemê de dewletên Ereb û Ecem’an hem siyasetê dimeşînin.

Meriv deman li pirtûkên ku li ser dîroka gelên rojhelata navîn hatine nivisandin û dinirxînin rastên vî rastiya hanê tête. Dema împaratoriya osmaniya de, şerên ku li ser axa kurdan hatiye kirin ji bo rengê baweriyê bûye. Osmanî ya xwestinin tevahî kurd bibin bisilman’ên sûnît û farisan jî xwestine kurd bibin bisilmanên şîît. Tevahî şer û pevçûnên wan împaratoriyan ne ji bo tenê axa welatê kurdan bûye.

Lewra ger wan dewletan û împaratoriyan ji bo welatê kurdan derdest bikin şer kirîbûna, ewê gelê kurd’an welatê xwe bi parastina û anuha jî rewşa kurd’an ewqasa xerav nedibûn.

Dewleta tirkiyê di destpêka sazkirine komara tirkiyê û heta anuha çiqas hêzên kurd’an serî rakirine, ji ber ne razîbûyînan sîstemê bûye. Lewra meriv li serhildanên hêzên kurd’an lêkolîn dikin rastê vî kefşa hanê tête. Dewletê tim xwastiye bi gelên kurd şeklê jiyana zagonên qanûna bingehî a kemalîzmê bi gel bide qebûl kirin û razî bikin bûye. Lê hêzên kurdan di her pengava dewletê ji bo guherandin a şeklê jiyan a kurdan bi çandî dibin navê baweriyê de bûye û kurdan jî ji ber ne razîbûyîna xwe serî rakirine.

Tirk’an bi destê zorê welatê kurd’an tenê dagirkerdî nekirine di hemandemêde xwastine dibin navê baweriya « Dîn » de çanda şeklê jiyana wanjî biguherînin. Welatê kurdan dema perçe kirin, herema bakûr rêveberiya wî dane tirkiyê. Gelê kurd jî ji bo Dewleta wan bi destê zordarî hatiye dagirkerdin şer nekirine. Gereke em dîrokê raste rast tespît bikin. Li gora dîtina min sedema herî rast eve ku yekîtiya netewî ji ber fikrên birdoziyan çênabe. Ji bo her hêzeke kurd’an şîyara wan a herî mûhîm di binê navê birdozan de armanca wan destxistina rêveberiyê bûye.

Lewra gelên kurd baweriya wan bi tavahî Dîn’ên ku bi xeta ferman a « Xwedê » ji bo şeklê jiyan a mirovahî dibinê rêveberiya Resûl’an de hatiye hebûye. Vajî bûye sedemên ku di binê binbîra her siyasetmedarekîde birdozekî rûniştiye. Lewra dewletên ku li ser axa welatê kurd’an « Dîn’ên » ku kurdan pê bawerin ji bo ku kurd ji rihê netewa xwe dûr bijîn û jiyana wan ji bo xizmeta « Dînan » de  bikar anîne. Ji ber van sedeman e ku siyasetekî aştîxwaz di nava hêzên kurd’an de serê xwe nagre.

Behçet Ateş

24-03-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le mar 24 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto