REFERANDÛM Jİ BO GELÊ KURD TÊTE Çİ WATEYA ANJÎ Çİ FEYDA XWE HEYE.

Referandûm ji bo gel ê kurd wateya wî çiye, mirov dema li derbasiya komala tirkiyê mêze dike, rastê vî tespît a hanê tête.

Derbasî ya komala tirkiyê û heta îsal tim bi şer û pevçûn a bi gelê kurd’an re derbas bûye.

Lewra dema her bûyerekî diqewime, bi xwere bûyereke teze tîne. Mirov dikare vî tespîta hanê di xweza de kefşa wî bike, xwezaya mirovan de jî wekî sîrûşta xwezayê ye,tim di xwe de guherandin çêdibe û hemandemande di xwezaya mirovahî de jî guherandin tişteke xwezahî ye.

Mistefa kemal dema bi tevê rêhevalên xwe ve, li lozanê dewlet a tirkiyê, bi navê tevahî gelên ku li tirkiyê û bi navê nasnama tirkîtiyê li gel yekîtiya netewan û di hizûra dewletên ewrûpa de peyman a dewletê îmza kuribû, bi navê tevahî gelên di bin nasnama tirkiyê de dewlta tirkî û kurd’an îmza kiribû.

Lê dem li ser avakirina komala tirkiyê de neçûbû, artêşa tirkiyê bi gel ê kurd re kete xeta îxanetê û biryara şer hate dayînê, di van şer û pevçûnan de komkujî li ser gel ê kurd bikar hate anîn. Sal di 1923 ya de dewlet a komala tirkiyê ava dibe û di hemansalê de bi gel ê kurd re îxaneta ne nasnkirina kurd’an dikin û bê guman kurd jî, ji bo parastina mafên xwe dikevin nava tevgerên xwe paradtinê.

Pir mexabin gel ê kurd ji ber sedemên bê tecrûbeya rêveberiya dewletê, her cara ku ketine nava tevgerên mafên netewa kurd’an, bi xeta birdozan de û di bin navê şeklê jiyana tirkîtiyê de xebatên ji bo netewa kurd’an têk tere. Lewra tevahî rêveberên tirkiyê doza gel ê kurd bi piştgiriya dewletên yekîtiya netewan û ewrûpa, her waha ameriqan ve bi komkujî hêzên kurd’an bi cezay komkuj qetil kirine bi ser dikeve.

Komala tirkiyê heta anuha 3 hev qanûnên bingehî û 3 hevjî pînekirin li zagonên qanûna bingehî zêde kiriye hatiye rêdebirin. Qanûna bingehî à yekemîn ji bo avabûna dewlet a tirkiyê di sala 1923 de çêkirine, divî qanûna 1923 de mafên gel ê kurd gele were parastin eşkereye, lê pir mexabin rêberên dewletê xwestine kurd bi şeklê jiyan a bi girêdey qanûna bingehî û taybetî ji kurdîtîya xwe dûrkevin û hete wekî gelên ku di binê çatiya dewletê de dijîn, ji koka qewmiyeta xwe dûrkevin û ji binîde asîmîle bibin destê zorê li ser gelê kurd’an bi kar anîne. Lewra sedemên destpêka şer û pevçûnên gelê kurd li dijê dewlet a tirkiyê dest pê bûye.

Di vî serhildana 1923 de hereketa azadî dibin navê rêveberiya, Birêz Xalêd begê Cibran de, şerê gel ê kurd li dijê dewlet a tirkiyê destpêk a serhildanan dibe. Rastî Birêz Xalit Begê CİBRAN, hereketa AZADÎ ji bo parastina mafên tevahî netewa kurdan ava kiriye. Lê pir mexabin dewleta tirkiyê hereketa azadî û tevahî hereketan û heta Pkk jî, li qada siyaseta navnetewîde wekî hereketên birdozî daye nasîn û loma bi ser ketiye. Dewletên yekîtiya netewan destûra komkujî li ser gelê kurd were anîn daye.

Bê guman berxwedana gel ê kurd ji ava kirin a dewlet a tirkiyê virde berdewame. Lê mexabin rêveberiya dewleta tirkiyê tevahî serhildanên hêzên kurda bi felbazên birdozî, bi piştgiriya dewletên yekîtiya netewan û dewletên ewrûpa yê bi komkujî têkdibe û bi ser dikeve.

Lê pir mexabin di her serhildanên gelê kurd’an de, dewletê di herema Kurdistan’ê de û li bajaran de, kesên ku di nava civakê de bi bandor bûne û tesîra wan li ser civakê hebûye, bi şekleke felbaztî girtiye gel dewletê. Van kesayetiyan dibe şexsiyet bin anjî dibe rêverên terîqetan, anjî eşîreta bûne, ji bo gelê kurd feq nake, lewra zerara tevan jî di serîde li wan bixwe bûne û herweha li civaka wan bûye.  Dewletê tim ji wan kesana sûdwergirtine.

Em vegerin mijara referandûma îsal, dibin navê guherandina sîstema rêveberî yê û serokkomarê tirkiya teze. Çima dibêjim tirkiya teze. Lewra tirkiya kevn sîstema wî di hundirê wîde de tev hilşiyaye. Ji ber wî qasê di binê rêveberiya Recep Teyîb Erdoğan de, sîstemekî nû ji bo dewletê saz bibe û li ser hîmên dewleta kevn,dewleteke teze ava dibe.

Mexabin sîstema teze mafên xweza ya tevahî gelên ku di binê çatiya tirkiyê de dijîn çiqas diparêze pir zelal nîne, Lewra Erdoğan berê çend salan hîmê vî sîstemê avêtibû, lê artêşa tirkiyê û bi alikariya Fetula Gulen de, ew himê sistemê vala derxistin û lewra êrişa 15 tirmehê hate bikar anîn.

Rastî ji gundê xûyey re rêber ne hewceye. Lewra derbasiya komala tirkiyê û sistema li ser gelan bi kar anîne pir zelale. Ji ber wî pir hewceye ku gelê kurd bi biryar be. Ger gelê kurd di xwaze dewletek serbixwe û azad ava bike, ji xwe ne hewceye tevlê vî referandûmê bibin, lewra ne erê gotin feyda xwe heye ji bo gelê kurd û nejî na gotin feyda xwe heye ji bo gelê kurd. Bi herdû biryaran jî, ji bo gelê kurd yek şansekî heye. Ew şansa jî pir eşkereye, kuştin dîl xistin koçberî û penabertî ye.

Lewra ger divî referandûmê de erê derkeve, Erdoğan ji bo tirkiyeke teze sîstemekî nû ava dike. Lê ger na derkeve, rejîma kemalîzmê hinekî din berxwe dide û heta ku derê tere ewjî ne belîye. Ger erê derkeve dîsa li pêşeroja dewletê de pirojeyeke sed sal heye, ewjî bi girêdey dewletên yekîtiya netewan û taybetî Amerîqa û Rûs’an biryarê didin. Ji berkû deweleta tirkiyê di rojhelata navîn de dewleteke payêre. Ji ber wî qasê Rûs û Amerîqa ji bu ku tirkiye payêrtiya berjewendîyên wan bigre biryarê didin.

07-03-2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le avr 10 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto