GELÊ KURD HİJMARA WAN Jİ PİR DEWLETAN PİRTİRİN

Di cîhanê de li gora hijmarên dewletên ku bi nasname û alaya netewî bi sînorên xwe têne naskirin, di qada navnetewîde192 dewlet henin. Ji van dewletana 192 dewlet bi girêdey dewletên yekitiya netewanin, di nava çerçoveya sînorê dewleta Îtaliyê de dewleta vatîkan jî wekî dewlet hatiye naskirin û hijmara dewletan bûye 193 dewlet. Dewletên ku di qada navnetewî de hîna wekî endamên ê yekîtiya dewletên netewan nehatine qebûl kirin, lê berendamin ji bo bibin endamê dewleta yekîtiya netewan, tevahî hijmarên dewletan bûne 206 in. Li van tevahî devletan de hijmarên gelên wan de, belkî bist dewlet hijmara gelên wan ji hijmara tevahî gelên kurd pirtir nînin.

Mexabin gelên ku dewleta wan tunebe, xebera wî gelê pir zêde ji hebûnê dewletan jî çênabe. Ji ber wî gelê nezan dost û neyarên xwe jî, ji hev nasnakin. Gelê kurd di herba cîhanê a yekemîn de, dewletên ewrûpa bi mêjiyên xwe ên întiqamî ji osmaniyan bigrin, welatê kurdan axa wî bi çar perçeyan perçe kirine û gelê kurd li cîhanê neçarê jiyan a penaber û koçbertî yê kirine.

Çima dibêjim ji bona ku întiqam bigrin, gel û welatê kurdan hilbijartine. Bi yek gotinekî întiqama dewletên xaçperestan ji bo serleşkerê mezin û bi dadmend rêzdar Selehedîn Eyûbî ye. Lewra Birêz Selhedîn Eyûbî di binê sîwana Dîn’ê busulmanî yê de, bi gelek împaratoran re şer û herb kiriye, di tevahî herbên xwe de bi serkeftin dest xistiye. Lewra kîna dewletên xaçperestan bi gelê kurd re pirsgirêk ke dîrokiye.

Di van çil salên dawî de, di binê rêvebertiya PKK de gelê kurd şerê ku bi dewleta tirkiyê re dom kiriye heta anuha hatiye, polîtîka dewletên ewrûpa li himberê gelê kurd û bi piştgirtiya dewleta Türkiyê re alikariya wan a çekên modern û alîkariya aborî pir bi eşkere û zelalî bûye, ger meriv bi mêjiyek fikirandin polîtîka dewletên yekîtiya ewrûpa şîrove bikin, gelek wateyên manîdar derdikevin holê. Lewra hêzên gelê kurd çiqas sîyaseta xwe û destkeftiyên xwe pêjda xitine, di binê masêde û li para perdeyan de gavên astengî ji van dewleta de hatine astengî kirinê.

Pir mexabin dewleta tirkiyê bi polîtîka xwe ya fêlbaztî yê, ji bo şerê gelê kurd wekî pirsgirêka terorîzmê ya birdozî, bi raporan daxûyaniyên agahdarî dane dewletên yekîtiya netewan û herwaha dewletên yekîtiya amerîqîyan, tim alikarîya çek û fînansa aboriyê dane dewleta tirkiye, ger alikariya dewletên navnetewî nebûye, ne mimkûn bû dewleta dirkiyê li himberê şerê gerîlatiyê berxwe bida. Ji ber sedemên piştgirtiya van dewletên yekîtiya netewan e, şerê di binê rêvebertiya hêza PKK de pir gavên serkeftî tim astegî hatiye kirinê.

Lê pir mexabin PKK jî di israra birdoza ji bo hêza xwe de gelek xeletiyan kiriye. Ger mirov hinek li ser qomploya Serokê hêza PKK ê birêz Abdullah ÖCALAN bifikire, xeletiya PKK ê a herî mezin yek jî israra li ser birdozê ye. Ji ber ku birdoza Sosyalîzmê di cîhanê de nehatiye qebûl kirin û têkçûye. Li gora dîtina min çawa hinek hêzên îslamîst xwe bi birdoza busulmanî ya bê dewletî di israra şerîetê de xeletiyan kirine, PKK jî heman xetay de israra sosyalîzmê de kiriye.

Çima dibêjim hêzên busulmanan di şerîeta bê dewletî de israra kirin xetaye. Lewra « Xweda » wehiya pêximbertîye û nazilkirina Dîn’an (OL) ji bo ku mirovahî di vî cîhanê de jiyanekî pak û selametî bijîn û bê li hev zext û zulum nekin rihetî bijîn qanûname hunandiye. Bes armanca tevahî pêximberan Dîn ji bo bikin xizmeta mirovahî doza xwe domkirine. Di vî cîhanê de kîjan sîstem dibe ferq nake, bes ji bo ku mirov birdoza xwe bike sîstema rêveberiyê, lazime dewleta gelê mirovan bi sînar û bi ala sembola netewî û sirûda wî dewletê hebe. Pirsgirêka gelê kurd yekjî ewe ku di daxweziya dewletê de bê israrin. Dewlet a wan tuneye lê ji bo birdozan xwe didin kuştinê û gelê xwe di vî cîhanê de perîşan û malwêranî kirine.

Lazime em wekî gelê kurd di daxweziya xwe a dewletê de bi bandor bin û bi israr bin. Bi gora dîtina min gelê kurd daxweziya xwe a ji bo sazkirina dewlet a Kurdistan’ê de bi israr bin. Pir bawerim ku dewletên yekîtiya netewan û qûwetên di cîhanê de, ewê ji bo berjewendî yên xwe be jî, piştgiriya netewa gelê kurd jî bikin û îro dem ew dema ye ku, em wekî gelê kurd ji bo dewleta xwe, ji destên dagirkerdan derxînin, polîtîkayeke aştîxwaz a navxweyî ji bo netewa dewlet a Kurdistan saz bikin pêjda bixin.

Loma min di serê nivîsê de behsa hijmarên dewletan kiriye. Lewra hijmara gelê kurd bi tevahî 45/50 mîlyone, lê pir mexabin li pir dewletan de ji ber zulm û zexta dewleta dagirkerdan bi neçarî penaber bûye. Lê mirov dema li hebûnên hinekî dewletên ku bûne endamên yekîtiya netewan, hijmara gelê wan dewletana, ji hijmara gelê kurd du qat û sê qat hindiktirin.

Lazime gelê kurd ji binê bandor a birdozan derkevin û daxweziya doza ava kirina Kurdistan a netewî serbixwe û azad bikin. Ger bi van şert û mercên teknolijiya îro de jî, kurd helwesta wan ji bo destkeftiya mafên xwe ên xweza û netewî nebe, kurd hîna pir malweranî û bedelên giranbiha didin. Lewra ji herçar perçeyên herema Kurdistan’ê de malbata ku bedel nedabe tune, di her malê de bi kêmanî îla yek bedel dane. Idî bese dev ji polîtîkayên şaş berdin şiyar bila tenê avakirina Kurdistan a serbixwe û azad be.

12-04-2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le avr 15 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto