SİBÊ ROJA DAWÎ A DENGÊ ERÊ Û NA YE

Sibê roja dawî a dengê ji bo referandûma sîstema serokomarê dewleta tirkiyê ye. Hingî  roja ji bo dengê xwe bi kar bînin û heta anuha gelek kesan ji bo hev tewambariyên bê exlaqî û axaftinên tûj ji hevre gotin.

Taybetî siyasetmedarên kurdan ewên ku li gora deman de rengê xwe diguherînin, wekî tîremerên ku dikevin nava kîjan koma çahîrê rengê xwe diguherîne û dibe wekî rengê ji wî çahîrê. Hinek siyasetmedarên kurdan ji bo berjewendî ên xwe ên şexsî tim li erebana sazgarî suwar dibin û derfetên wî erebeyê ji xwe re wekî sîwan a ewlekarî yê bikar tîne.

Kesên ku tim xwe didin binê sîya sîwanan hêz û qûwetan, sedemên wî ên pîsokolojîk yek eve ku di fikrên xwe de bê kokin. Lewra ew pir baş zanin ku fikrên wan nabin fikrên ji bo xizmeta civaka gel û netewî. Ji ber wî qasêye dikevin binê tesîra siya sîwanan û pişta xwe bi gel û netewa xwe re dikin, berê xwe jî didin gel û netewa xwe û dikevin nava sîyaseteke çewt.

Rastî mirov dema nivîsên ji bo vî qampanya serokkomarê dewleta tirkiyê bi baldarî şirov dikin, îbretên herî xerav ji kesên ku xwe sîyasetmedar û kenegiravan xwe rewşenbîr divînin derdikevin holê. Lewra rêya ku gelê me ji netewa xwe re xerîb dikevin û tim sîyaseta qirêj re rê vekirine ji wan kesanan tête hole.

Bi gora dîtina min û bi qasê ku ez rojevê teqîb dikim, va qampanya hanê ji bo gelê kurd tu feydeyek xwe tûne, lewra hemû sîyasetmedar û rêveberên tirkiyê ji bo ku hebûnên gelê kurd bi destkeftiyên xwe xistine tune bikin, polîtîka xwe li gora komkujiya gelê kurd konsantire kirine.

Pir mexabin sîyasetmedar û rêveberên kurdan jî di nava xwe de bûne du xet. Herdû xetjî rêya wan tere yek otobanê û dikeve xizmeta rejîma dewleta tirkiyê re.

Xeta yekemîn ji destpêka avabûna komala tirkiyê ava bûye û heta anuha tu mafê jiyanê ji gelê kurd re nehîştine û tenê bi kîjan felbazê destkeftiyên kurda xelas bikin, sîyaseta înkarkirinê, asîmîlasiyonê, koçbertiyê û penebrrtiyê bikar anîne. Yanê rejîma kemalîzmê di binê rêvebertiya artêşê û rê hevalên wan chp ê de tu mafê jiyanê ji bo netewa civaka kurdan nehîştine.

Xeta duyemîn jî qismekî sîyasetmedar ên ji civaka kurd’an xwe dane binê sîya sîwana serokkomarê tirkiya teze. Serokkomar û serokwezîr bi tevên rêhevalên xwe va, tevahî axaftinên wan sîyaseta netewa civaka ku xwe tirk qebûl kirine û tirkiya teze re sîyaseta xwe dimeşînin.

Di destpêka qanpanya ji bo sîstema serokkomarê tirkiyê heta îro yek peyvekî ku dibe peyman û xweşa rihê netewxwazên kurdan here nehatiye axivîn. Tenê wekî pîvan a nabiza mhp û kemalîstan were kirin, bi pîvin behsa zagona hereman kirin, dema Devlet Bahçelî nerazîbûna xwe nîşan da, tevahî sîyasetmedarên AKP û serokkomarê tirkiyê, seetekî bi ser dema daxûyanî ya axaftina nerazîbûna Devlet Bahçelî re derbas nebû tevan ketin nava înkarî û ji dûrketina polemîga zagonên heremî û dûr xistin.

Em wekî gelê kurd heta dirûşmeyên xwe ji bo netewa civaka gelê kurd nîşan nedin, tu wextê di tirkiyê de mafên xweza û netewa gelê me bi dest nakeve. Lewra împaratoyiya osmaniyan û avabûna dewleta tirkiyê bi ser xetên fêlbaztî hatine damezirandinê, loma dibêjin li bal dewleta Elîosmanan pir leystokên Elicengîz henin.

Ji doh pirtir û bi qasê ku ji sibêre dem tune hewcedariya siyasetekî aştîxwaz a navxweyî ji bo netewa civaka gelê kurd heye. Rengê kî, fikrên kî, sîyaseta kî, hêz û rêxistina kî, birdoz û baweriya kî, bi çi heye ferq nake, tenê bila yek helwestekî aştîxwaz ji bo neyewa civaka kurdan bibe armanc û doza gelê Kurdistan’ê.

15-04-2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le avr 15 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto