KEMALÎST Û GELÊ KURD

Gelê kurd dirûşmeyên wan gele di sirerêza kemalîzman de nebin. Kemalîstan ji bo kurdan ji rastiya jiyan a wan a kurdewartiyê dûr bixînin, bûyerên nemane li ser kurdan bi kar hanine. Di dîroka tu gelan de nehatiye tespît kirin ku neyarên bavkallan bûbe dostên lawan. Lê pir mexabin kemalîstan çiqas bav û kallên kurdan qetil kirine, kurdan ewqasa kemalîstan ji xwe re wekî dost dîtine, va helwestekî pir şerme û pîvanekî bê seviye ye.

Kemalîstan serokên kurdan bi cezay darda kirinê qetil kirine. Ji bona kemalîstan Serokên kurdan rengê wan, birdozên wan kesayetiyên wan qet ferq nebûne. Lê ji bo kemalîstan yek armanc û yek hedef hebûye ewjî rêveberên ku ji bo gelê kurd pêşengî bûne ji holê qada sîyasetê rakin qetil bikin û qetil kirine.

Kurd heta destên xwe ji kemalîstan neqetînin tu waxtê nagihîjin hedefa armanc û mafên xwe. Di tirkiyê de kîjan partî hatine îxtidarê bûne hukumet, polîtîka wande de kesin komkujiya kurdan bûye sereka sîyaseta wan û bi wî awayên bûne îxtîdara hukumetan. Pir mexabin di destxistina her partiyên ku bûne îxtidara hukumetan bi dest û piştgiriya kurdan bûne. Va şermekî pir bê pîvane ku meriv di sirerêza partiyên îxtidaran de cih bigrin.

Kemalîstan Şêx Seîdê kall bi tevên 46 rêhevalên wî bi cezay darde kirinê qetil kirine û îro goristanên wan qet ê yekîjî ne kifşeye û li kêderê ye ne beliye û tu kes nizane. Lê kemalîstan bi destekî rêveberên kurdan qetil kirine û destekî wan jî di nava îxaneta sîyaseta kurdan de bûye. Nehîştine kurd polîtîka xwe li ser esasên mafên xweza ê netewî pêjda bixin. Eyarên sîyaseta kurdan tim kemalîstan di çerçoveya birdozan de bi kar hanîne. Meriv bi çevan korr bin û bi gohan kerr bin wekî helwestên kurdên ku li bal hukumetên ku bûne îxtidar cîh girtîne.

Kemalîstan ji bo tirkiyê aqûbeta wan wekî împaratoriya osmaniyan neyêt hilşandin tim leystokên elîcengîz bikar anîne. Pir bûne hostayên siyasetê, xwe di her qilifan de bi cîh kirine û heta anuha polîtîka xwe bi wî awayê meşandine. Hingî komala Türkiye ava bûye bi her rengan de jehra komkujiyan li ser gelên kurd de bi kar anîne. Rengekî wan rengê demokrasiyê bûye û rengekî wan li gora rengên îslamîstan bûne, rengekî wanjî rengê kemalîstan bûye. Bi van eyaran tim jehra xwe li ser gelên kurdan de vala kirine.

Kemalîstan ji bo ku Seyîd Riza û kurê wî bi cezay dardekirinê qetil bikin, zagonên qanûnê wekî leystoka tiyatroy bi kar anîne. Di zagonên tu sîsteman de xalekî ku ji bo zarok were qetil kirinê bête bikar anîn nîne. Kemalîstan ji bo ku kurê Seyîd Riza bi cezay dardekirinê qetil bikin, xisûsen zagonê qanûnê di meclîsê de pişev dane erê kirinê. Lê pir mexabin kurdên ku xwe elawî divînin qet bi careke pişta xwe bi kemalîst û kemalîzmê de nekirine. Komela tirkiyê avabûye û virde tim li bal hêzên kemalîstan û rejîma kemalîzmê de cîh girtine.

Ji bo ku mirov ji hemêzan neyarên bavkallên xwe derkevin, lazime helwesta sîyaseta merivan bê şert û merc destxistina mafên xweza ên netewî be. Geleke mirov bi yek çavekî li neyarên bavkallên xwe mêzeke, ew çavjî çavên neyarên bavkallan nabin dostên lawan, rengê wan birdoza wan çi dibe qet ferq nîne, neyar yek hedefekî wî heye ewjî kuştin û qetil kirina mirovane kemalîstan wîjî tim bikar anîne.

Mirovên ku şîreta bavkalên xwe negrin, li vî gerdûniyê û li bal Xweda him sûçdarin himjî rezîl û perîşan bûne. Di cîhanê de bi qasê ku gelê kurd perîşan bûne rastê tu gelekî dinan naynên. Destpêka avabûna komala tirkiyê û heta anuha jiyan a gelê kurd tim bi kuştin, koçberî û penaberên dewletên biyanî neçar manin.

Li gora bîr û baweriya min rastiya mirovan bi nasnameya xwe bijîn şiyara esasî ewe ku mafên netewa xwe li ser her berjewendiyan re bigrin. Destekî mirovan de alaya netewî û tevahî nasnameyên ku gelê kurd wekî gel pê tête nasîn be û destekî mirovandejî qanûna bingehî a rêveberiya dewletê be. Ji bo ku di cîhanê de wekî dewlet bête qebûl kirin têkiliyên aborî û polîtîk bi hevkarên qada navnetewî têkiliyên netewan re be.

06-05-2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le mai 8 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto