ZAROKÊN BÊ XWEYÎ Û Bİ HUNER

Xwedê » cc hû, her hebûnên zindî bi huner afirandiye û ji bo hebûnên zindî hunerên xwe bikar bînin di sîrûşta xweza de, di xwe de xwezaye û dema hunerên xwe bikar tînin atmosfereke bi coş li bal refên xwe û gel hemhebûnan xwe çêdibin.

Hebûnên zindî navên wan çi dibe qet ferq nîne. Lewra her hebûn li bal hev bihevre komjiyîn jiyana xwe dijîn. Ger hebûnên ku « Xweda » cc hû afirandiye mirovahî be, pir bi hunerên ji hev cûda û pir bi merîfetin.

Ger hebûnên ku em wekî mirovahî bi çevan navînin û di  » Qur’ana » pîroz de navên wan re tête gotin cin’in dibêjin, bê guman ewjî li gel hev û bi hevre jiyaneke bi coş û bi hunerên xwe dijîn.  » Xweda » cc hû tevahî hebûnên ku afirandiye bê şik û bê guman divîne û temaşe dike, dîtin û zanabûnên Xweda » cc hû tenê « Xweda » pê dizane.

Hebûnên ku navên wan bi gelemperî ji bo tavan bihevre dibêjin ajalin. Ajal jî di sîrûşta xweza de dijîn ewjî pir bi hunerin û li bal hev her ajalên hemcinsên hev bihevre wekî komane ajalên ji hev cûda cûde bi refên xwe re dijîn.

Meriv dema di sirûşta gerdûniyê de ji refên xwe qetiyan, bê hêz dikevin û ji refên xwe dûr dijîn hinda dibin. Dema meriv hinda bûn dikevin nava hêstên bê kesan û bê xweyî manin. Di kemînên xweza de tijene diz û dizên pispor êjar dizên birçîbin. Hewara Xwedê diranên wan dizanan dişibin wekî qîlên şêrê li sirûşta xweza de li dû nêçîra risqên xwe û pir bi hêzbin.

Li ber germa tavê, anjî li ber sirr û seqema sirûşta xwezay de birçî mabin. Pirî bîrçî manin ji devên wan ava ji xweza de di herike, av di devê wan de dibe girêz ji qelîştekên diranên wan de dirêj dibe û zimanê xwe davêjin derve dibe helka helka wan nefesê digre û berdidin. Diranên wan hev dixwe. Qijînî ji kezeba wan tere û bê hemdê xwe dikevin nava êrişan, ji cîde bazdidin heta ku xwe bigîhînin wan bêxweyîyan û digrin nava lepên xwe, çavên wan wî demê ji şahbûna hêstrên serkeftinê dilopan dikin xarê.

Çend rojin hinek zarokên navçeya Gimgim ê bi girêdey bajarê Muş ê bûye dengûbes ji bo qanalên televîzyonan û taybetî televîziyonên bi girêdey hukumeta AKP ê ve girêdeyne.

Jiyan a gelê herema bakûrê kurdistanê bi pirahî wekî hevin, jiyana wan bi girêdey berheva bi derfetên xwe va ji xweza ya heremên gund û navçe, bajarên lê dijîne. Jiyan a li heremê girêdey berhevkirina genim, pembo, pincarên ku jê şekir çê dibe li nava zevî û mêrgên wanin. Debara xwe bi xweyikirina ajalên wan ê pezz û dewarin.

Bê guman zarokên her malbatan ji bo dê û bavên wan wekî piştkûriyên wanin. Li heremê de her zarok di zaroktiya xwe de xebatkarin û jiyana wan bê jiyîna zaroktiya wan derbasî dibe. Zarokên heremê him zarokin, xwendevanin, piştkûriyên malênin, hêviyên pêşeroja dê û bavanin.

Lê pir heyf û mexabin zarokên me wekî gelê kurd bê xweyî û bê nasnameya xwe dijîn. Zarokên bê xweyî û bi hunerên xwe va, ji bo dewletên dagirkerdan dibin rê û xeta ku li heremê rihet di binê qontrola xwe de bigrin.

Li bêxweyîyanjî, xweyî ji bo xwe lê xweyî derdikevin û li cîhanê ji bo xwe wekî qencî didin nasîne û ji xwe re jê sûdwerdigrin.

Bila vajî bibe sosret ji bo kesan û hêzên ku li dijên dewletbûna gelê xwe re dibin astengî.

Meriv li xwe xweyî dernekevin hinek li merivan xweyî der dikevin û ji bo xwe bikartînin. Bila tu kesekî mafên rexneyan di xwe de nevînin, rexneyan li wan zarok û malbatên zarokan nekin. Kesên bê kesan « Xweda » ye û xweyî yên bê xweyî ya xweyî ne.

08-05-2017

Behçet Ateş

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le mai 8 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto