HESENKEYF

Hesenkeyf li herema bakûrê kurdistanê li ser erdnîgariya bajarê Batman’ê û li ser ava Dicle û pir avên çeman digêhêje hev hatî ye avakirinê. Dîroka hesenkeyf li gora tarîfa dîroknasan û bavkallên kesên ku ji bajarê Batman’ê ne û anjî kesên ku li wan hereman jiyan kirine 12 hezar sal berê hatiye avakirinê.

Ciyê ku Hesenkeyf lê avabûye him çiyaye û himjî kendalên ku ava dicle û pir avên çeman digêhêje hev û dibe yek avakirine. Li ser kedalan pir şikeftên kevin hene. Lewra li gora lêkolînvanan di wan şikeftande destpêka jiyan a mirovahî bûye. Li gora dîroka berê mîladî di sedsala 8 temînde hatiye avakirinê.

Li heremêde pir împarator hatine û têkçûne, ji wan împaratoran serîde dema xelîfetiya Hz Ömer berê mîladê 638 û pir xelîfeyên dinê jî destê rêveberiya heremê diguherandîne. Dema emeviyan, dema Abasiyan,dema Hamdaniyan, dema Mervaniyan, dema Artûkliyan û dawiya van tevahî împaratoran, destê rêveberiya heremê dikeve destê Eyûbiyan û wer berdewam dibe tête heta osmaniyan, bes dû ewqas şer û pevçûnan de Eyûbîyan hesenkeyf’ê ji nûhve xebata lê dikin û dibe bajarekî dîrokî.

Hesenkeyf li herema bakûrê kurdistanê de xweyê dîroka herî kevnare û pir bi teybetî hatiye avakirinê. Li gel vî bajarê gelek cîhên îbadetê û her weha li gora baweriya bi dinê îslamê û civaka musulmanan minare û mizgeft jî hatine çêkirinê.

Di tevahî cîhanê de, Dewlet bi dîroka çanda gelên xwe va tête nasîn û dewlemede. Ji bo ku herem û anjî gelên ku li ser axa wî heremê were kefş kirin bi dîrok û hunerên avakirînên xwe va tête tespît kirin.

Bi gora bîr û baweriya min pir ne hewceye ku meriv ji bo gelên heremê lêkolîn çêke û anjî bikeve nava tevgera gelo kîjan gelê vî pireya ewqasa dîrokekî kevnar daye çêkirin.

Lewra ewqasa destên împaratorên ku ji bo rêveberiya herema hesenkeyf’ê bigrin destên her yek ji wan bi awayek zerarê dane cîh û warên dîrokî.

Pir girînge ku dema rêveberiya heremê dikeve destê Eyûbiyan û biryara tevahî cîhên dîrokî ku di şer û pevçûnan de zerar dîtiye teze bike û bi xebateke pir giranbuha teze kiribûne. Lewra hesenkeyf bi tevahî ciyên dîrokî ji dema Eyûbiyan û heta anuha li ser piyan mane.

Dîroka kîjan milet û dewlet’ê çiqasa kevnbe, ji bo wî dewlet’ê ewqasa bi rûmete. Lewra her ferd anjî gel û taybetî dewlet rûmeta wî bi hebûnên wî ên dîrakî va heye û hebûnên dîrokî dibe xeta tûrîstan ji bo dewlet’ê  û gelê wî heremê bi rûmetî tête naskirin. Herweha dibe berga tîcareta dewlemendiyê ji bo gelên wî dewletê.

Pir mexabin di rojhelata navînde gelek Gel ji ber sedemên bê dewletî li heremê de anjî li nava dewletên cîhanê de hinde bûne û têkçûne. Devleta merivan tunebe hemû nirxên merivan û hunerên hebûnên dîrokê jî, ji ber sedemên bê dewletî yê têk tere û dibin tune.

Hesenkeyf bi tevê dîroka xwe a 12000.00 salî. Ji ber sedema bê dewlet bûnê, bi zanatî dixin binê ava baraja ku li heremê tête çêkirin. Bes armanc’a herî muhîm ewe bi cîhên dîrokî va gelê kurd jî hebûna wan a heremê bin av dikin. Va pirojeya sedsalên pêşeroja dewletên dagirkerdane.

Banga min ji tevahî gelê kurd re ye. « Xweda cc » di Qur’an a pîroz de, di sûrey yunus ayeta 100 de ewha ferman dike. Bêyî destûra « Xwedê » tu kes nikare baweriyê bîne. Ew, ezabê xwe dide wan ên ku eqilê xwe bi kar neyne. Dîsa di sûrey Yunus ayeta 101 de  » Xweda cc » ewha fermana berdewama ayetê dike. Bibêje, De berê xwe bidine erd û esmanan ka çi di wan de heye? Belge û ayetên « Xweda » û hîşyariya ji ezeb tu feydê nadin qewmekî ku bawerî neynin.

Rastî mirov dema li şîroveya van ayeta dinirxîne, « Xweda cc » bi eşkere ji her kesan re û ji her hebûnên zindî re dibêje lazime hun mêjiyên xwe bi kar bînin, ji bo jiyaneke bi rûmet bijîn xwe bi karanîna mêjî û bi qanûna ku « Xweda » ji were wekî dîn hûnandiye bi guherînin û li nirxên xwe xweyî derkevin. Ger hûn mêjiyên xwe bikar neynin hunê li benda ezabekî mezin bin.

Bi gora dîtina min ezabê « Xweda cc » ewe ku meriv li xwe, li hebûnên xwe, li keda xwe, li axa xwe, li nasnama xwe, xweyî dernekevin bi ser merivande pîsî dibare û meriv bi serserê xwe va dikeve nava pîsiyê.

Lewra dewlemendiyên welatê me kurdan ên ser erd û ên bin erd têra tevahî gelên kurd û ciranên kurdan jî bese û zêdeye. Bes pir mexabin wekî tevahî herema Hesenkeyf tevî bin av û bin ax kirine û dikin. Gelo van bûyerana bi serê xwe bes nine tespîta ku gelê kurd bi serserê wîva daliqandine nava pîsiyê.

Lezime bi lezgînî gelê kurd bi tevahî hêz, rêxistin, hunermend, rewşembîr, siyasetmedar, serok û rêberên eşîran û malbatan, şexsîyet û herwaha kesên welatparêzin, li xwe, li gelê xwe, li welatê xwe, û li nirxên xwe ên dîrokî xweyî derkevin, destûrê nedin bila cihên ewha dîrokî li welatê mede bin ax û bin av bikin.

Bi hêviya rojên bi vîna azad li ser axa welatê kurdistan a azad û serbixwe xweyî derketin, her şad û bextewarî bijîn.

Behçet Ateş

31-05-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le juin 3 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto