SÎLLA XWEDA PİR GİRANE

Xwedê » vî gerdûnî yê bê xweyî ne afirandiye, bê guman « Xweda » bi tevahî bûyer û serpêhatî yên ku di vî gerdûnî yê de di qewime agahdare û divîne. Xwedê » serpêhatî yên her zindiyan divîne û bi sebir temaşe dike.

« Xweda cc » di « Qur’anê de di sûrey yunus di ayeta 100 de ewha ferman kiriye, Bêyî destûr a « Xwedê » tu kesek nikare baweriyê bîne, ew ezabê xwe dide wan ên  ku aqilê xwe bi kar neynin. Ji vî ayeta hanê mirov vî wateyê jê derdixîne, mirov heta xwe guherînin bi ser wan kesanan de tim pîsî dibare û jiyan a wan de tim xeravî cîh digre û di nava pîsiyan de dijîn û wan bawerî bi « Xweda » nehaniye, yanê îman bi  » Xweda » nanîne.

Xwedê » dû hilşandin a dewlet a împaratoriya osmanî yan de, careke din mafê xwe guherandin ê bi avakirina dewlet ê da tirkiyê û gelên tirkiyê de dijîn. Lê pir mexabin dewlet a tirkiyê tercîha xwe li gel zulma bi ser gelê kurd û civaka elawî yan û hinekî gelên dinan de kiriye.

Lê tu kesan bawer nedikirin ku rojekî rejîma bi seda salan bû di pirsa kurd an de li bal hevbûn û bi yak deng tevahî saziyên turkiyê va li dijên mafên gelên kurd û civakên dina zulmê dikirin were hilşandin.

Lewra tu kesekî nagihîje hesabên « Xwedê » gelo ka « Xweda » çerxa vî gerdûnî yê bi kîjan rîtmê de digerîne. Ji berkû mêjiyên mirovan nagêhêje encama karê Xweda çiqasa girînge û xerîbe.

Sedam Husên serokkomarê dewlet a îraq ê bi salan bû bi hezaran kes ji gelê kurdan ger bi kesayetî û anjî bi komkujî kokbir dikirin û dûra kesek ji qewmê kurda wî da ser kursîyê  dadê û wî wekî sûçdar bi cezay mirinê va da ceza kirinê û Sedam bi tevên rêhevalên xwe va ji cezay mirinê para xwe ên ji sûçên ku li mirovan û taybetî li gelê kurd kiribûn girtin çûn û hew vedigerin.

Kî bawerî dihanî ku kemalîst jî rojeke bikevin kolanan li mafên dadê bigerin. Lewra di destpêk a damezirandina dewlet a tirkiyê û heta anuha îxtidara rejîmê bendên sîstema kemalîzmê di destên kemalîstan de bû. « Xweda » çerxa zaliman tu wextê bê dawî ji wanre mîyaser nake û nade gerandinê.

Pir manîdare ku doh serokê partiya Atatûrk ê tirkan û berdevkê rejîma bi navê kemalîzmê a ku Mistefa Kemal ava kiribû, Kemal kiliçdaroğlu bi navê kemalîzmê û kemalîstan panqarta darê dadê daye destê xwe û di kolanan de li mafên dadê digere.

kî bawer dikir ku fermandarê tevahî artêşa tirkan wekî terorîst li ser kursîyên sûçdaran rûnê û fade ji bo parastin a xwe bide û dûra wekî sûçdar were ceza kirinê û ceza bigre here zîndanê de razê.

Ez bi hebûn a »Xwedê » sedî sed bawerim û dûra « Xwedê » hezke ewê rojeke wekî aqûbeta sedam û fermandarê artêşa tirkiyê bi serê Recep Teyîb Erdoğan û serokkomar bi tevên rêhevalên ê dewlet a îran ê jî para xwe wekî Sedam Huseyn ji cezayên sûçdartî ya kirdarên xwe ên qirêj û zalîmane bigrin û werin ceza kirinê.

Roja wî were dadmandekî yek bi kesayetiya xwe kurd be, ewê ji kesên nemiriyan Recep Teyîb Erdoğan û serokkomar bi tevên rêhevalên dewlet a îran ê jî li ser kursîyên sûçdaran bide rûnişkandinê û pirsa mafên kesên bê parastin ji wan were pirskirin ê û ewê wekî dûçdaran li ser kursî yên sûçdaran rûnên û parastin a biyarên kirdarên xwe ên qirêj û sûçdar bidin.

Rastî gelên kurd lazime di vî qaranpola seiyaseta ku di rojhelat a navîn de û taybetî li suryê û li tirkiyê tête meşandin pir baş û bi baldarî were teqîpkirin û bişopînin.

Lewra bi dîtin a min gelê kurd gele di nevxwe de lihevhatinekî aşîtî û yekitiya netewî bi dilsozî a ber bi avakirina dewlet a kurdistan ê bide ava kirinê, roja 25 îlon ê ji bo rapirsîna serxwebûn a herema başûrê kurdistan ê pir girînge û lazime kurd ew roj tevahî cûdayetî yên xwe ve bibin yek reng û yek deng daxweziya tevan wekî hev ji bo doza netewa gelê kurd û azadî a kurdistan be.

Behçet Ateş

16-06-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le juin 16 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto