ROJ A BAVAN PÎROZ BE

Roja îro wekî roja bavan sembolîk bejî hatiye hilbijartin ê û kefş bûye, ji bo bîranîna bavan wateya wî him pir mûhîme û himjî pir bi qedirşînasî ye û giranbihatiya wî bi tu bahayên nayê pîvan ê.

Rastî bi gora fikr û ramanên min divî gerdûnî yê de, tu qedirekî wekî qedirên bavan bihayên wî giranbiha nîne û tu hebûn dewsa bavê merivan nagre.

Lewra ji bo hemû zarokên vî gerdûnî yê tu qûwet, dewlemendî, pisportî, zanatî, ewlekartî û taybetî ya bavan, dewsa bavê mirovan ne girtiye nay girtin ê û nagre jî.

Ji bona her zarokan temenê zarok çiqas mezin dibe qet ferq nîne. Bes hebûn a bavavê zarok ji ba jiyan a zarokên wî wekî bostanê bîhuşt ê mûhime û bi wateye.

Lewra dema bavê mirovan li jiyan ê be,  ji bo mirovan hemû pirsgirêk ên di jiyan a vî gerdûnî yê de, ji bo zarokan tevahî zor û zehmetiyên asteng çareserî a wî bi awayêk pîsîkolojîk dibe wekî alan a deşt û zozanan rihetî li zarok çê dibe.

Pir mexabin dema bavê mirovan tere ber dilovaniya xwe, mirov  dikeve nava valatiyek wekî di teyarêde be û ew teyarejî bilindiya teyarê li rûyê esmande bê pîvan bilind be û xwe di valatiya bilindiya wî teyarê de bê ewlekarî divîne.

Gotineke bavkallên me kurdan ne, dibêjin bila mezin ê mirovan hebe û ew mezin wekî mêşekî li duharan be, bes bila ew mezina bavê merivan be. Lewra wateya gotin a bavkallan girîngî ya giraniya wî di şexsên bavan de pir bi wateye û bê pîvan mûhîme.

Ez jî wekî şîretekî li tevahî zarokan re dibêjim û bangewaziya min ji bo zarokan eve ku qedrên dê û bavê xwe bê pîvan bizanibin. Lewra bavê merivan dema jiyan a xwe ji dest da tu poşmantî weteya xwe nîne û heta meriv di vî gerdûnî yê de li jiyan ê bejî li bavê xwe digere, lê pir mexabin bavê xwe careke din navîne.

Dema meriv li bal bavê xwe ye û bi bavê xwe re dimeşe, mirov dikeve nava hîsên ku meriv mîrê tevahî hebûnên vî gerdûnî yêne.

Ez bi ser navê xwe û di şexsên tevahî zarokan de dibêjim ji « Xweda » re pir hendûsenabe ku em zarokên bavê xwe ne û di jiyan ê de tu qedirşînasî dewsa girîngî ya giraniya bavê merivan nagre û careke din dibêjim ji « Xwedê »re pir şikur be ku em deyndarê  hebûna dê û bavê xwe ne.

Bi vî minasebetê dibêjim hemd ji bo « Xweda » be pir başe ku em zarokên bavê xwe ne. Di şexsên tevahî zarokan de roja ji bo bava wekî sembolîk be jî hatiye hilbijartin ê û hatiye kefşkirin ê pîroz be û bi dilsozî pîroz dikim.

Pir mexabin ez ji vî coşa hebûn a bavê xwe mehrûmim. Lê di şexsên tevahî zarokan de ew kesên ku bavê wan îro ne li jiyan ê ne û çûne ber dilovaniya xwe, ji bona tevahî bavan ji « Xweda » ê dilovan û dilovîn rihmet ê dixwazim û înşallah « Xweda » tevahî bavên ku rihmet bûne « Xweda » cîhê wan bi bîhuşta ROBARÎN mûqafat bike Amîn.

Behçet Ateş

18-06-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le juin 19 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto