SERXWEBÛN AN NEMAN

Rastî gelê kurd di çivangeke pir teng û tûj de derbasî dibe. Lewra va çivanga hanê ne wekî çivangên rêyan seyarêne, va çivanga dişibe wekî ku mirov li ser pira seratê teng vegerin.

Li gora tarîfa pisporên DÎN’ê (OL’a) îslamî, pira seratê ji têlên porê seriya ziravtire û ji cilêtên pê rûyan kur dikin jî tûj tiriye.

Ew kesên ku li ser rêya (musteqîm) selametî yê be, li ser pira seratê bê xof û bê tirs derbasî dibe û ji ezmûna jiyanê mûqafat a bîhuştê digre. Bes ew kesên ku li ser rêya (musteqîm) selametê nebe, ew nikare bi ser rêya pira seratê derbasî be, lewra kirdarên wî ên qirêj dibe astengî û ji pira seratê de, cilêt wî perçe dike û dikeva xwarê nava agirê dojeyê. Xwedê me ji cilêta siratê û agirê dojehê bi parêze amîn amîn amîn.

Rastî gelê kurd wekî pir gelan di cîhanê de, ji bo doza azadî û serxwebûn’a netewa Kurdistan’ê bigre pir berxwedan û bedelên giranbûha dane. Pir mexabin bêbextiyek mezine ku li herçar heremên Kurdistan’ê de rêveberiya dewletên misilmanan dewlet û gelê kurd bindest kirine.

Di tevahî cîhanê de tesîra DÎN’an (OL’an) li ser gelên dewletan henin. Gelê kurd û gelên dewletên ku Kurdistan’ê dagirkerd kirine heman DÎN’ê (OL’ê) bawerin. Lê pir mexabin dewletên dagirkerdan DÎN (OL) ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne û tesîra biratiya DÎN (OL) li ser gelê kurd pir mezine.

Birêz Mesûd BARZANÎ ji malbatekî DÎNDAR û bi çanda DÎN’ê (OL)’a îslamê perwerde bûye û baweriya xwe xistine xizmeta gel û netewa Kurdistan’ê. Rastî Birêz Mesûd BARZANÎ di vî sedsala 21 de rêveberekî bê emsale û wîjî wekî bavkalên xwe tevahî temenê xwe di nava şoreşgeriya netewa Kurdistan’ê de derbasî kiriye û ji bo wî serxwebûn’a kurdistan bûye peymana rêya bê vegere.

Di pêşeroja kurd’an de ji bo herema başûrê Kurdistan’ê û taybetî tevahî netewa gelê kurd de, referandûm’a serxwebûn’ê a herema başûrê Kurdistan’ê heye. Lazime tevahî hêz û rêxistin, rewşembîr û hunermend, siyasetmedar û şexsiyet, taybetî tevahî gelê kurd piştgiriya serxwebûn’a herema başûrê Kurdistan’ê bigrin.

Lewra serxwebûn a başûrê Kurdistan’ê serxwebûn a tevahî Kurdistan’ê ye. Ji ber wî qasê ye dibêjim va çivanga pir girînge, bila tu kesekî mafê bi hebûna xwe re îxanet bike nîne, tu kesekî nikare ji ser pira seratê çivangê bigre û ji para vegere.

Gelê ku welatê wî, alaya netewa wî, artêşa dewleta wî, tunebe, tevahî nirxên pê serfirazî dibe ji destên wî hatiye derdest kirinê û têkçûye, hebûna wî gelê bûye tune.

Hêvîdarim ku tevahî rêxistin û hêz, rewşembîr û hunermend, siyasetmedar û rêveber, şexsiyet û karsaz, tevahî gelê kurd li hebûna xwe, li zimanê xwe, li netewa xwe û taybetî li serxwebûn’a xwe û di şexsê başûrê Kurdistan’ê de dengê xwe ji bo erê kirina serxwebûn’a tevahî Kurdistan’ê bikar bînin. Bijî serxwebûn’a herema başûrê kurdistan û taybetî tevahî netewa Kurdistan’ê.

Behçet Ateş

24-08-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le août 29 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Les commentaires et les pings sont actuellement fermés.

Les commentaires sont fermés

Connexion | rojbasvarto