HEBÛN Û MİRİN

Mirin ji bo her hebûnên zindî sênca wî pir bi jane. Kesayetî ya wî çi dibe anjî baweriya wî çi dibe qet ferq nîne. Lewra mirove û li vî gerdûnî yê jiyan ê dijîn û jiyaye. Di jiyan a her mirovan de bê guman tiştên di binbîra mirovan de jiyaye bibîr were anin henin. Ger di jiyan a xwe de zewicandî be û ji zewaca wî zarokên wî hebe hîn bêhtirî mirina wî kesê taybetî ji bo zarokên wî û xizmên wî pir bi tesîr dibe.

« Xweda » cc jiyana ku li vî gerdûnî yê daye mirovan û mirovahî bê guman ewê di ezmûna vî gerdûnî yê de derbas be. Lewra jiyan bi xwe ezmûna vî gerdûnî yê ye. « Xweda » cc di Qur’anê de, di sûrey Rum ayeta 22 û sûrey Hucuret di ayeta 13 de bi zelalî behsa zimanê mirovan û rengên mirovan  û ji bo bihevre wekî qebaîl û şihûben bijîn kiriye. Lewra mirovahî wekî kom li bal hev bijîn û bihevre bi heman zimanê hev bi axivin, ji bo ku ji hev ferbin û bi rengê ji hev cûda afirandiye.

Pir manidare ku baweriya mirovan ji bo mirov zagonên wî di jiyan a xwe de bikar bîne wekî rêzik gele rêzdar be. Lewra di vî gerdûnî yê de  » Xweda » cc mirovahî bi vîna azad destûra şeklê jiyan a mirovan û baweriya mirovan daye destê mirovan. Ger « Xweda » cc jiyan a vî gerdûnî yê wekî ezmûn ne afirandîba, bê guman hewcetî bi rengên cûda, zimanên cûda û ji bo gelan bawerî yên ji hev cûda wekî rêzik nedida hunartin, lewra jiyan a vî gerdûnî yê bê wate dibû.

« Xweda » cc ji bo ku mirovahî li vî gerdûnî yê de rihet bijîn, berê hunartina dînan mêjiyê mirovan bi şaney fikirandin giyan daye. Lewra ger mirovahî xwe nasneke û bawerî bi xwe neyne ku ew bi xwe mirove û hebûnên bi fikirandine, tu wateya dînan ji bo wî mirovê nîne, lewra dikeve kategoruya kesên bê hiş û bê hişmendî. Ji ber ku mirov bi mêjiyê xwe difikirire bi ziman di axive û bi vîna azad jiyan a xwe re biryarên şekl û şemalên jiyanê digre. Lewra jiyan a kesên ku bi aqlê selîm û ji bo ku bi kîjan şekl û bawerî yê bijîn bi mêjî difikire û bi vîna azad dibe mesûlê jiyan a xwe.

Di nava gelan de pir bawerî ên cûda henin, ji bo ku bawerî yên ji hev cûde  » Xweda »cc ji her qewmên ku ziman û rengên wan ji hev cûdane Resûl (Pêximber) û qanûname wekî dîn hunartiye. Lewra karên Resûl ( pêximber)an wekî rêveber zagonên rêveberiya qanûnan bi rêzikên wekî hev di yek teraziyek de bi rêde bibe û civaka xwe bi rêzikên pak û paqij bijîn rêveberiya wî re mesûle. Ger hebin civakên bi heman zimanê bi axivin lê bawerî (dîn) ên wan ji hev cûdabin, di heman teraziyê de rêveberiya wan bike û ji hev re bê sînor bi rêzik bijîn yanê ji dînê hevre û çanda şeklê jiyan a hevre pir bi rêzdarî bin. Lewra li bal hev û bi hevre dijîn, ji bo ku ji hevre bi rêz girtinbin bê şert û bê pîvan bin.

Pir mexabin gelê Kurd bû 10 sedsale bi gelê rojhelata navîn re Tirk, Ereb û Faris’an re dijîn, di van 10 sedsalên derbasî de û heta anuha ji destên wan gelan de bûyerên ku bi serê gelê kurd re  bikar neanîbin tune, ji kuştinê heta talaniya mal û erdnigariya erdên kurdan, ji dîl xistine û heta komkujî, koçber kirin û heta penabertiya ji welatê wî dûr xistin, yanê ji destên wan çi hatiye xwe ji parade nedane tevî bikar anîne.

Van hemû bûyerên ku bûne serpêhatinya jiyan a gelê kurd, tev ji bela bê dewletbûne hatiye serê kurd’an. Di herema bakûrê Kurdistan’ê de hinek sîyasetmedar henin ku li dijê dewletbûna Kurdistan’ê ne. Rastî gotinekî bavkalên kurda heye, dibêje nisûbetekî ji hezar nesîhetan çêtirîye. Gelo ew siyasetmedarên ku dibêjin me Kurdistan’ê bi tespiya zêrve avêtiye bîdona çopê. Gelo ji bûyerên ku bi serê tevahî Şarederiyên li bajar û nevçeyên herema bakûrê Kurdistan’ê û namzetên ( parlementer) HDP anîne qet çi difikirin, hîna di fikra xwe a li dijayetiya dewlet a kurdistan a serbixwe de israre anjî poşmane.

Dewlet a tirkiyê bi her bûyeran û bi politika xwe a zimanekî eşkere dijayetiya xwe ji bo deskeftiyên kurd’an nîşan dide û heta derdikeve dervey sînorên tirkiyê êrişê gelê kurd û destkeftiyên kurd’an dike. Idî bese dest danîn, idî bese keç û xortên cîwan feda kirin, idî di Kurdistan’ê de cîwan neman, kall û pîrjî li benda dawiya jiyan xwe ne, ne ewlad ji wan çêdibin û nejî dewlet bi wan ava dibin. Her kurd hişê xwe bidin serê xwe dengê xwe ji bo erê gotina kurdistan a serbixwe bikar bînin.

Îro dem dema yekîtiya kurd’an e, dem dema avakirina kurdistan a serbixwe û azade.

Bijî Kurdistan a serbixwe û azad.

Behçet Ateş

14-09-2017

Behcet Ates Posté par Behcet Ates le sept 17 2017. inséré dans Behcet ATES, Kurdî, Nivîs û Analîz, Rojev. Vous pouvez suivre les réponses de cet article à travers le RSS 2.0. Vous pouvez répondre ou laisser un trackback à cet article

Répondre

Connexion | rojbasvarto